Du xwendekarên Efrînê li ser asta Îmarat û Siûdiyê yekemîn derketin

Du xwendekarên Efrînê li ser asta Îmarat û Siûdiyê yekemîn derketin

PDK-S: Du xwendekarên Kurd ji şêniyên Efrîna Rojavayê Kurdistanê, li ser asta parêzgehên ku lê niştecî ne li Îmarat û Siûdiyê pileyên yekem di xwendina xwe ya îsal 2020an de, bi dest xwe ve xistin.

Xwendekara bi navê Rojda Xelîl li ser asta parêzgeha Cide ya Siûdiyê di xwendina xwe de di bawernameya bekeloriya beşê zanistî, 99,94% bi dest xwe ve anî.

Jêderên xwecihî tekez kirin ku Rojda herdem di xwendina xwe de ji dehên serkeftî derdiket, û gelek xelat û bawernameyên rêzgirtinê wergirtine.

Ji aliyê xwe ve, Aryan Sibhî li ser asta Îmarat di pileyên yekemî de cihê xwe girt, û 99,94 di heman bawernameya bekeloriya de kom kirin û serkeftî derket.

Xwendekar Rojda ji gundê Satiya ya Cindirêsê ye, herwiha Aryan ji gundê Basûtê yê Şêrawa ye.

Ji bilî wan rûpela bajarê Efrînê navê 86 xwendekarên ji Efrînê li ser asta Sûriyê serkeftî derketine tomar kirin.