Serkirdeyek Pêşmergeyên Roj: Em amadene parastina Rojhilatê Çemê Feratê bikin

Serkirdeyek Pêşmergeyên Roj: Em amadene parastina Rojhilatê Çemê Feratê bikin

PDK-S: Serkdeyekî pêşmergeyê Roj eşkere kir , ku ew amadene li Rojhlatê çemê Fratê belav bibin û parastina deverê bikin , lê dazanîn ku çi pilaneke zelal ji bo avakirina deverke ewle li rojhlatê çemê Fratê heta niha nîne.
Miqedem Dilovan Robarî, serkirde di nava pêşmergeyên Roj de, ji bo rojnameya Şerq Elawset got:" belê , opozisyona Sûriyê behsa beşdarbûna me di gel hêzên bijarde an go Elnixbe ji bo parastina deverê li gel serok Barzanî û serkirdeyên Encûmana Nşitîmanî ya Krudî li Sûriyê kir , lê tenê gotûbêjne gişitî bûn û daxuyanîkirina nerînanbû, bê ku çi pilaneke zelal hebe, û awayên vê navçeyê were diyarkirin li ser sînorê herêma Kurdistana Sûriyê bi Tirkiyê re , lê em wek hêzeke leşkerî pêkhatî ji Kurdên Sûriyê , em dixwazin roleke me hebe di parastina navçeyên mede, ji ber destê me bi xwînê nebûye û me beşdarî di şerê hindurê Sûriyê de nekiriye.
Derbarê têkiliyên bi QSDê re, Robarî got:" çi peywendiyên me bi QSDê re nîne ji ber ku ew dixwazin em dibin sêwana wan kar bikin û emjîvêyekîred kin wbaweryame bi rêveberyahevbeşheyekumlletwerehilbjartin û têdehemîpêkhateêndeverêbeşdar bbin, ne partiyek siyasî bi tenê nerîna xwe bi dare zorê û bihêza çekê li ser xelkê de bisepîne".
Robarî ji bo rojnameya Şerq Elawset da zanîn ku, leşkerê Roj hêzeke leşkeriye û ji dû gotinan pêktê û leşker di zimanê Erebîde ango Elcêş , lê Roj ango Elşemis û ev hêz li Herêma Kurdistanê di Adara sala (2012) de pêk hatiye ji kurdên ku ji artêşa Sûriyê cûda bûne û penaberê Herêma Kurdistanê bûne û ew ciwanên, ku jiber leşkeriya neçariya PYDê revîne, û herweha beşke ji wan kurdên Sûriyê yên li Herêma Kurdistanê dimînin û bi awayekî xwebeş tevlê refên pêmşerge bûne.
Ew hêz avabûye da ku valahîya ewlehî li Kurdistana Sûriyê bi parêzin û de ew niha derçûne û li ser destê kesên pispor meşq û rahênan kirine .
Û hemi reng û corên çekan nas dikin û dizanin bi awayeke pirofîşînal bi kar bînin û beşdarî şerê li dijî DAIŞê bûne û serkeftin û dastan tomar kirine.
Robarî ser bar kir û got:" me beşdarî şerê Sûriyê nekiriye lê me hevşanê pêşmergeyên Herêma Kurdistanê li hember DAIŞê kirîye û berevanî li xaka Kurdistanê kiriye.
Serkirdeyê pêşmerge , Dilovan Robarî , eşkere kir ku hêza wan dibin sêwane Encûmana Nşitîmanî ya Kurdî li Sûriyê "ENKSê" de kar dike û ENKSê dibîne mîna sêwaneya wê ya siyasî û dibêje ew bawere hêza wan li Kurdistana Sûriyê belav bibe dê ewlehiya deverê biparêze û wê şer ji deverê dûr bixe û têkiliyê bi dewletên cîranre biparêze, ji ber ku ew baweriyê bi hevkariyê û wek heviyê dihênin .