Elksander Zasîbkîn : Rêbaza Ewropayê ji bo vegerandina penaberên Sȗriyê encamên berȗvajî dide

Elksander Zasîbkîn : Rêbaza Ewropayê ji bo vegerandina penaberên Sȗriyê encamên berȗvajî dide

PDK-S: Balyozê Rûsiya li Lubnanê ragehand, ku di nerîna Rûsiya û Lubnanê de hewlên welatên Ewropayê bi girêdana piroseya vgerandina penaberên Sûriyê bo welatê wan bi çareseriya kirîza Sûriyê karekî şaşe.
Zasîbkîn balyozê Rûsiya li Lubnanê di lêdwanekê de bo ajansa Spotnîk ya Rûsî re got, ku bê goman vegera penaberên Sȗriyê di salên dawiyê de ji Lubnanê berev Sȗriyê ve helwêsta serkirdayetiya siyasî ya Lubnanê ji bo piştevaniya vegera wan penaberan bû.
Zasîbkîn divê derbarê de ji Spotnîk re serbarkir û got, ku nerîneke me û Lubnanê ya hev beş heye ku hewlên welatên Ewropayê bi girêdana piroseya vgerandina penaberên Sûriyê bo welatê wan bi çareseriya kirîza Sûriyê encamne berovajî dirust dike, û amaje kir ku Esed û Mîşêl Ewn kar li ser berjewendiyên cîrantiya baş û wekheviyê dinavbera hemî pêkhateyên civakî û mezhebî de dikin .