Dr.Ebdulhekîm Beşar gotarek li jêr navê PYDê û xopandina çavgirtî û nezanan belav kir

Dr.Ebdulhekîm Beşar gotarek li jêr navê PYDê û xopandina çavgirtî û nezanan belav kir

PDK-S: Endamê Polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistan - Sûriya PDK-S, gotarek li jêr navê PYDê û xopandina çavgirtî û nezanan belav kir .

Di dispêka gotara xwe de endamê Polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistan - Sûriya Ebdulhekîm Beşar dibêje, ku gotina çavgirtî û nezanî di nerîna wî de ne xirabiyeke arasteye ji PYDê re ye, lê belê pesneke jêre lê ne ji sinc û perinsîpên wan ku gotnên nebaş bikarbînin û di verhengên wan ew yek tuneye .

Helkefta van axaftinan êrîşa ne rewiştî ser serok Mesûd Barzanî , ku ew çavgirtî û nezanan ji xwe re hemû tiştî di nav de firotina kurdan û rûmetên wê- rewa dikin, û xirabiyê dighînin xeynê xwe eger bi karekî têde parastina kurdan û berjewandî û mafên wan hebe .

Bşar di gotara xwe ameje pê kiriye ku seredana şandna desteya bilind ya danûstankara Sûriyê ji bo Herêma Kurdistanê û hevdîtina wê desteyê bi serok Mesûd Barzanî re tekeziyek zelal li ser guhdana herêmê bi taybet serok Barzanî û rola wî di guhertinên elewhî û siyasî di rojhlata Feratê li Rojavayê Kurdistanê heye .

Navbûrî behsa tometên ku hatin arestekirin ji serok Mesûd Barzanî û bersiva wan tometan dide
1 danûstandina serok Mesûd Barzanî bi hikûmeta Tirkiyê re

Beşar bersivê dide wiha dibêje eger Barzanî danûstandinê bi hikûmeta Tirkiyê re dike wek rêbere û serokekî Kurdî danûstandinê dke û ji alyê turkyê ve bi şêweyekî fermî tê pêşwazîkirin lê belê PYDê li navbênkariyan digere da kû bi bicûktirîn berpirsên ewlehî li Tirkiyê re bicive û bi sernekeve û ew yek ji aliyê serkirdeyeke di MSDê hate daxuyankirin .

2 - eger beşdarbûna şandê têde berpirsên di Itlafê de hene ku li gor PYDê ew terorîstin û Efrîn dagîrkirine çema MSDê kar ji bo hevdîtinan bi hevpeymaniya Niştîmanî re ango Itlafê re dike û bi berdewamî hewl didin danûstandinan bi Itlafê re bikin û ew yek ji aliyê hevserokê MSDê Riyad Dirar re hate tekez kirin.

3 - eger hebûna evserekî ji artêşa azad bi navê eqîd Ebdul cebar Egêdî ku PYDê wî tomet dike, ku bi tawanan derheqê kurdan rabûye çima dema Egîdî bi berdewamî seredana Efrînê dikir binçav nekir berovajî jêre vexwendin li ser xwarinê li xweştirîn xwaringehan li Cindêrisê vedkirin û hijmarek hevdîtin bi serkirdeyên leşkerî û siyasî yên PYD re bêkdanî .
Di dawiya gotara xwe de endamê Polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistan - Sûriya Ebdulhekîm Beşar bal kişand ser ku îdê ne veşartiye ku karê PYDê yê serkere şerê senbolên kurda ne ji Şêx Se'îd ta Ala Kurdî û ta bighîne serok Mesşd Barzanî.
Li gor dîtina wî ji rewşa tevlîheviyê û belavbûna nezaniyê navbera kesên sade û kesên ku bi berjewandiya xwe dinêrin di nav PYDê de ew tekeziyê li ser dawîhatina vê rêxistinê û dawîhatina rola wê bi belavbûneke zansitê li cem xelkê kurd de heye .