Rêjîma Esed bi pilanên dubare avakirina Sûriyê razî nabe

Rêjîma Esed bi pilanên dubare avakirina Sûriyê razî nabe

PDK-S: Cêgrê wezîrê derve yê rêjîma Esed dibêje ku Dîmeşq bi pilanên dubare avakirina Sûriyê yên ku li Beyrût û kendava Erebî û Biroksil hatine darêjtin razî nabe .

Li gorî ku rojnameya Elweten ya ser bi rêjîma Esed ve belavkir, Fêsel Miqdad cêgrê wezîrê derve yê rêjîma Esed ragehandiye ku hin welat hene dixwazin li Berût , welatên Kendava Erebî , û Biroksil pilanan ji bo dubare avakirina Sûriyê dabirêjin.

Herweha rojnameya nav hatî got ku ji ber hebûna mercan li hember dubare avakirina Sûriyê , rêjîma Esed bi wan pilanên ku hatine darêjtin razî nabe .