Semînarek li ofîsa ENKSê li Istenbolê hat lidarxistin

Semînarek li ofîsa ENKSê li Istenbolê hat lidarxistin

PDK-S: Nûneratiya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê li Tirkiyê semînareke siyasî li baregeha ENKSê li Istinbolê birêkxistin kir.

Roja Yekşemê 27. 09. 2020, Silêman Oso endamê desteya serokatiya ENKSê semînareke siyasî li baregeha ENKSê li Istenbolê pêşkêş kir, têde hejmarek ji nûnerên partiyên ENKSê û hejmarek rewşenbîr û çalakvan beşdar bûn.

Di semînarê de Oso behsa civîna Bereya Aştî û Azadiyê li Moskoyê û pêşhateyên danûstandinên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê kir.

Sermînara ku Silêman oso endamê desteya serokatiya ENKSê pêşkêş kirî piştî vegera wî ji Moskoyê hatiye.