Rêxistina Domîz ahenga derçûna xulekê lidarxist

Rêxistina Domîz ahenga derçûna xulekê lidarxist

PDK-S: Rêxistina Domîz ya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya roja Sêşemê 12.2.2019, eahenga derçûna xulekê derbarî amedekirina partî zaniyê ji bo tevlîbûyên nû li darxistin ew jî li ofîsa heman partiyê .

Ew aheng bi amedebûna endamê komîta Herêmî ya rêxistina Domîz û endamên komîta navendî ya berpirsa rêxistina Domîz Mihemed Emîn Ebas û endamên komîta amedekirina partîzanî Cangîr û Nazk Qasim endamên komîta herêmî ya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya û hejmarek endamên encûmena herêmî hat li darxistin .

Di wê xulê de 24 endamên ku nû tevlî partî bûne ji bo dema 15 rojan bi serpereştiya komîta amedekirina partî zanî hatin fêrkirin, û amadekirin ew jî bi serperşetiya komîta amedekirina partîzaniyê .

Di wê ahengê de û piştî rawestana xuleke bê deng li ser canê şehêdên kurd û kurdistaê gotinek ji aliyê berpirsê rêxistina Domîz Mihemed Emîn Ebas hat pêşkêşkirin têde pîrozbahî li derçûyan kir, û sipasiya komîta amedekar û simînerên ku beşdarî di serkeftina wê xulê de kirbûn kir , û piştire ew hevalên derçuiyî ji wê xulê hatin xelat kirin .