Salvegera 7 ya Yekitya Jinên Kurd li Sûriyê

Salvegera 7 ya Yekitya Jinên Kurd li Sûriyê

PDK-S: Îro(13.12.2019), roja salvegera 7 ya avakirna Yekitya Jinên Kurd li Sûriyê ye, yekîtya jnê, rêxistneke civakî sivîle û taybete bi karobarên jinên kurd û çareserkirina kêşeyên jinan li Kurdistana Sûriyê , Yekitya jinê hewl dide nerîna jinên kurd li kurdistana Sûriyê derbarê pirsên civaka kurdî de bide xuyakirin û jinê hişyar bike derbarê pêşeroja wê û mafê wê , di rîya koris û semînar û pêşbirkî û korbendên roşinbîrî re, û di hemî alyên civakî ji syasî û roşnibîrî û civakî û aborî be , û da ku mil bimlê mêran re civaka kurdî bi awayekî sax û hişiyar ava bike.

Yekitya Jinên Kurd li Sûriyê, bi boneya salvegera xwe, daxuyanyek belav kirîye û kopiyek jibo ARKê şadnîy, wtêde karuxebata yekîtê dde zanîn widbêje, yekîtya jnên kurd li sûryê di berdewamya xebata xwe derbarê doza jina kurd û civaka kurdî di heyama van salên bûrî de, ku şer û pêkdadan li Sûriyê heye û milletê kurd gelek zordarî , zehimetî , derbederî , penaberî , koçberî , kuştin , girtin , hejarî û nexweşî dîtiye û hêjî berdewamyê bi kar û xebata xwe dide û bi serkeftin nav dike.

Di daxuyanya Yekîtyê de hatye ku Yekîtî dê berdewamyê bi kar û çalakiyên xwe bide û bejdarî hemî xwepêşandan , girev û pirotustkirna li himber qunsilxane û balyozxaneyên welatên biyanî li hundir welêt û ji derveyi welêt bibin .

Yekitya Jinên Kurd li Sûriyê, di dawya daxuyanya xwe de , dibêje , ew soz dide jinên kurd ku berdewam dibin di kar û xebata xwe de jibo guhertna nerîna civakê ya kêm derbarê jinê de û nerînyên wê û êdî bes jin rastî eşkenceya cesedî û saykolucî were û wê mafên jinê di yasa û destûra Sûriya nû de bçespîne.