Lavrof: Pirsa Idilbê dê giringtirîn babeta ku bi Eedogan re gengeşe bike

Lavrof: Pirsa Idilbê dê giringtirîn babeta ku bi Eedogan re gengeşe bike

PDK-S: Wezîrê derve yê Rûsiyê ragehand, ku pirsa Idilba Sûrî dê giringtirîn babetên hevdîtina ku dê li gel hevşanê wî yê Tirkiyê re were gengeşe kirin .

Wezîrê derve yê Rûsiyê Sêrgî Lavrof di kongireyekî rojnamevanî yê hev beş de li gel wezîrê derve yê welatê Lîsoto Lîsîgo Makgxozî îro raghand ku pirsa Idilba Sûrî dê giringtirîn babetên ku dê li gel hevşanê wî yê Tirkiyê Receb Teyb Erdogan re be ku were gengeşe kirin .

Lavrof serbar kir ku Idlib 90% dibin destê Cebhet Elnusra ya terorîst de ye û Rûsiya danûstandinan bi terorîstan re nake û tekez kir, ku ewê piştevaniya rêjîma Esed derbarê daxwaza wê ji encûmena ewlekarî ya Navdewletî bi şermezarkirina toparana hevpeymaniya Navdewletî li ser Dêrazorê bike.