Emerîka pêşniyara avakirina hêzeke havbeş li Bakûrê Rojhilatê Sûriyê dike

Emerîka pêşniyara avakirina hêzeke havbeş li Bakûrê Rojhilatê Sûriyê dike

PDK-S: Wezareta berevaniya Emrîka pêşinyara avakirina hêzeke çavdêriyê dibin sîwana hevpeymaniya Navdewletî de li bakûrê rojhlata Sûriyê dike.

Di civîneke Nato de li Biroksila paytexta Belcîka Patrîk Şanahan cîgirê wezîrê berevaniya Emerîka ragehand , ku di istratîciyeta Emrîka de pilanek ji bo avakirina hêzeke çavdêriyê li bakûrê rojhilata Sûriyê û dibin sîwana hevpeymaniya Navdewletî de heye , û amaje da ku ew pêşniyar wê gelek derfetên cor bi cor peyda bike.

Herweha Şanahan got, ku hîn danûstandin li ser ku kîja alî wê serperiştiya wê hêzê bike berdewamin .