Opozisyona Sûriyê Komkujiya Xan Şêxûn şermezar kir

Opozisyona Sûriyê Komkujiya Xan Şêxûn şermezar kir

PDK-S: Rêveberiya ragehandin û pêwendiyan ya hevpeymaniya Neştîmanî ya hêzên şoreş û opozisyona Sûriyê roja Yekşemê daxuyaniyek belavkir, û têde komkujiya 15 Sibatê ya Xan Şêxûn şermezar kir .

Di wê daxuyaniyê de hatiye ku çekdarên Esed bi komkujiyekê rabûn, û 9 kes têde bûne qurbanî hemû jin û zarok bûn serbarî hejmarek birîndar ew jî li bajarê Xan Şêxûn li gundewarê Idlibê .

Wê daxuyaniyê tekez kir, ku ew komkujî ji ber topbaraneke top û mûşekan ku tax û cihên neşteciyê ermanckirin bi awayekî rasterast .

Li gor wê daxuyaniyê ew topbaran di çarçoveya hilmeteke şer ji aliyê çekdarên rêjîmê û mîlîsên Îranê bi piştevaniyeke Rûsiyê li ser deverên tevlî rêkeftina Idlibê hatiye encam dan bi awayekî niyazkirî û tiris û ne aramî li deverê belav bikin .

Hevpeymaniya Niştîmanî ya Opozisyona Sûriyê ew komkujî şermezar kirin, û daxwaz ji civaka Navdewletî kir ku tevgerekê bikin ta rêgiriyê li rudana komkujiyên bihtir bikin .