Rêxistina Roj ya PDK-Sê serdana malbatake şehîdekî Kadirê PDK-Sê Ii DOMÎZ kir
PDK-S: Bi bûneya salvegera çaran ya şehîdbûna 3ê kadirên PDK-Sê li Efrînê , rêxistina Roj ya PDK-Sê seredana malbateke şehîdan li kampa Domîz kir.
Roja Yekşemê 21. 12. 2020, Hacî Kalo endamê komîta navendî û berpirsê rêxistina Roj ya PDK-Sê li gel şandeke ji endamên encûmena herêmî seredana malbata şehîd Izet Mihemed Xelîl li kampa Domîz ya penaberên Rojavayê Kurdistanê kir, û sersaxî ji wan re xwest .
Di seredanê de Hacî Kalo li ser kar û xizmeta hersê şehîdên PDK-Sê di nav refên partî de diber doza kurdî û rêbaza kurdayetiyê li Efrînê axfî û hêviya sebir û aramiyê ji malbata şehîd Izet û her du malbatên din û PDK-Sê re xwest.
Ji aliyê xwe ve malbata şehîd Izet weku rêzgirtinekê ji şanda rêxistina Roj re wêneya her 3 şehîdan pêşkîşî Hacî Kalo berpirsê rêxistina Roj ya PDK-Sê kir, û li ser berdewamiya kar û xebatê di nav refên partî û rêbaza Barzaniyê nemir tekez kir.
Şehîd Izet Mihemed Xelîl û Ebdo Mihemed û Mihsin Mihemed Xelîl 3ê kadirên partî beriya çar salan ji aliyê PYDê ve bo leşkeriya neçar bi zora çekan hatin birin tevlî ku temenê wan mezin bû , û di heman rojê de êvarî şehîdbûna wan di navendeke leşkerî de hate raghandin.