Salek li ser koçbarkirina Xebatkar Cemal Melkanî re derbas bû
PDK-S: Roja Sêşemê 29. 12. 2020, salek li ser koçbarkirina xebatkar û kesayeta niştîmanî ya Rojavayê Kurdistanê Cemal Melkanî derbas dibe.
Di 29 Berçleya sala 2019an kesayeta niştîmanî ya Rojavayê Kurdistanê Cemal Melkanî endamê encûmena herêmî ya Partîya Demuqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê di encama kirîzeke dil de li bajarê Zaxo yê Herêma Kurdistanê koça dawî kir.
Û bi beşdariya kadir û endamên PDK-Sê û kesayetên siyasî û niştîmanî û efserên pêşmergeyên Leşkerê Roj ji Zaxo û di rêya dergehê Pêşabîr Sêmalka yê hevsînorî ji bo Dêrka Rojavayê Kurdistanê hate veguheztin û li zêdê xwe bixak hat spartin.