Rêxistina Lubnanê ya PDK-Sê sersaxî belav kir
PDK-S: Rêxistina Lubnanê ya Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya nameyek sersaxiyê bi koçadawiya endamê xwe, hunermend Ednan Umer Şêxo, belav kir
Rêxistina Lubnanê di nameya xwe de koçadawiya hunermend Ednan Umer Şêxo, endamê PDK-Sê, ragihand û got piştî rûbirûbûnekê bi nexweşiyê re li Lubnanê koça dawî kir.
Hunermendê navbûrî, endamê koma Armanc Efrîn bû, û yek ji damezrînerên koma Jîn ya çand û filikrorî kurdî ye.
Hunermend Ednan Umer Şêxo ji şêniyê gundê Rûta yê Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye, li goristana Şihêm li Lubnanê dûr ji zêdê xwe bi xakê hat spartin.