Pompiyo: Nexşeriya piştî vekêşanê ji Rojavayê Kurdistanê amadeye
PDK-S: Wezîrê derveyê Emrîka derbarê kurdan hoşdarî da Tirkiya , û got ku nexşeriya qonaxa piştî vekêşanê amadeye .
Mayk Pompiyo wezîrê derveyê Emrîka ji bo kenala RUV ya Ayislendî ragehand, ku Emrîka nexşerê ji bo rewşa Sûriyê û peywendî bi Tirkiya re di qonaxa piştî vekşanê darêjtiye , û ew nexşerê wê kurdên Rojavayê Kurdistanê jî li xwe bigre .
Herweha wezîrê derve yê Emrîka got, ku di nexşeriya nû ya Emrîka de gernetiya parastina kurdan hatiye kirin , û hoşdarî bi Tirkiya hatiye dan eger êrîşî kurdan bike , Tirkiya wê bacê bide .