Penaberekî kurd di encama bûyereke hatûçûnê de jiyana xwe ji dest da

Penaberekî kurd di encama bûyereke hatûçûnê de jiyana xwe ji dest da

PDK-S: Li bajarê Hewlêra paytexta Herêma Kusrdistanê penaberekî kurd rastî rûdaneke hatûçûnê hat, piştî çend demijmêran ji ber birînên xwe jiyana xwe ji dest da .

Jêdereke nêzîk ji malbatê ji ARKê re ragihand ku Umran Ebdulhemîd Xelef duh 22/2/2019 rastî rûdaneke hatûçûnê li ser rêya 120 ya Hewlêrê hat û piştî çend demijmêran li nexweşxaneyê de jiyana xwe ji dest da.

Rûdana duh tê de ajokarê teksiyê bi navê Berzan ku ji xelkê Hewlêrê ye û Umran jiyana xwe ji dest dan ew jî piştî ku otombêla wan rastî stûneke elektirîkî li ser dusaydê hatibûn.

Jêderê herwiha da zanîn ku Umran di karê avakirinê de kar dikir, û di roja rûdanê de berê xwe dida cihê kertên niştecîbûnê .

Umran Ebdulhemîd Xelef ji dayîkbûyê 1986an e, xêzandar e, bavê zarokekî ye, û xelkê Tirbespiyê yê ser bi Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ye, piştî şerê Sûriyê berê xwe dabû H. Kurdistanê, biryar e li zêda xwe bi xak were spartin .