Peyva Barazanî
Peyva Barazanî
Mahir Hesen
Peyva Barazanî nîşana tirsa berbera ye di pêşerojê de û belavkirina têgeha formula netewî ye , çawa wêrekî dipejirîne û li beramberî têkbirina tuxmê kurdan tixûbê alîkariya dijberiya leşkerî danî, nebe ku kurd bigihêje asta metirsiya hebûna xwe , nemaze pêşmergên dilêr yên di xweşî û nexweşî de bi domdarî dijberî welatên dagîrker bi serfirazî xebitîne bo têkbirina pilanên wan di qada navneteweyî û herêmî de.
Nemir Mela Mustfa Barazanî li ser guherîna azmûna zordariya netewî ku zêdetirî sedsalekê dom dike , ne tenê li Iraqê , lê li Tirkiye, Iran û Sûriya jî, xebat kir , û kevirê bengiha kurdayetî li hemberî sedemên têkçûna herêmên kurdan û dûrxistina wan ji şaristaniyê û tunebûna prensîbên demokratîk din nav wan de danî
welatparêziyek dilpak û bikêrhatîbûnek mezin , bi bawerî û hezkirin Barzanî doza kurdî bi duniyayê da zanîn , û bêtar bi dewletbûnê ve guhezt. Nemir Barazanî gazî her kurdekî kir û ji bo serfirazî zehmetiyên mezin ên ku ew pê re rûbirû hat di mêjo û dîrokê de bi tîpên zêrîn nivîsand , û berdewam kir ku armanca neteweyî ya herî berbiçav pêk bîne, û bi ramana xwebaweriyê di warên avakirin û geşedanê de destkeftiyên mezin bi dest bixin. Nemir Barazanî girîngî û bizava xwe da doza Kurdî , û hewlên xwe yên domdar da ku bigihêje çareseriyek rewa , û ji bo mafê Kurdan bêhedan bû.
Cil û du sal li ser koçkirina Nemir Barazanî ve derbas bûn û rêbaza wî roj bi roj , gav bi gav , kêlîk bi kêlîk xurtire û bilindtir dibe.