Peyama Serok Barzanî ya ji bo serê sala Babilî Aşûrî

Peyama Serok Barzanî ya ji bo serê sala Babilî Aşûrî

Peyama Serok Barzanî ya ji bo serê sala Babilî Aşûrî
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta serê sala nû ya Babilî Aşûrî û cejnên Ekîto, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî gelê Kildan Siryan Aşûrî li Kurdistan û Iraq û hemû cîhanê dikim, hêviya ewe dixwazim, serê sala nû ya Aşûrî Babilî destpêkeke nû bê ji bo dawî hatina wan êş û azarên ku li encama hizra tundiyê û terorê ji bo xûşk û birayên me yên Krîstiyanan pêkhatiye.

Li vê helkeftê de ji bo xûşk û birayên Kildan Siryan Aşûrî û hemû pêkhatên dinê Kurdistanê dûpat dikim ku em hemû li dijî teror û cûdakariyê de li yek bereyê dane û li mirovbûnê da birayîn û li xweşî û nexweşiyê da me yek çarenivîs heye û pêwîste jî çanda pêkvejiyan û birayetiya di navbera hemû pêkhatên olî û neteweyiyan parastî bê û kûrtir bibê.

Hêvîdarim hemû cejn û helkeftên xwe li aştî û aramî û dûrî pejik û nexweşiyê da pîroz bikin.

Mesûd Barzanî
31.03.2021