100 saliya peymana lozanê

100 saliya peymana lozanê

100 saliya peymana lozanê
M.Salih Şelal

Peymana lozanê peymaneke aştiyê Bû ko li 24ê Tîrmiha 1923ê ji bo çareseriya arîşeya Anadolê û parçekirina Emperatoriya Osmanî di navbera hevalbendên şerê cîhanî yê yekê û civata netewî ya mezin ya Tirkiyê li bajarê Lozanê hate morkirin.

Diyar bû li gor bercewendiyê nû yên hin welatên bi serketî di şerê cîhanî yê yekê mîna Birîtanya û Ferensayê ew tiştên di peymana Sêvrê de hatbûne pesendkirin, hatin helweşandin û paşguhavêtin.
Lewra giringe berî em behsa naveroka peymana lozanê bikin pêwîste em hinkî vegerin paş û bahsa peymana sêvrê bikin.

Roja sêşembê, 10ê tebaxa 1920an di holeka nîşandina berhemên kargiha niştimanî ya porselanê li sêvrê ya bi ser bajarokê veresay yê nêzîkî parîsê, ji bo nûnerên hevpeymanên serkeftî di şerê cîhanî yê yekem de li gel mîratgirên Empreratoriya jinavbirî ya osmanî hate xemlandin, mebesta vê komcivînê ew bû îmzekirina peymana aştiyê. Paşê navê vê peymanê wek peymana sêvrê hate binavkirin di navbera hêzên hevpeymanan û tirkiyê de, di dîroka hevçax a rojhilata navîn, ewrpa û afrîqayê de cih digre.

Welatên hevpeyman yê li ser vê paymanê îmzekirin evebûn emperatoriya birîtanya, fernsa, îtalya, japonya li gel hevpeymanên wan yên din: ermenistan, beljîka, yewnanistan, şaneşîna hicaza haşimî, polonya, portogal, romanya, dewleta sirbî, kirwatî, slovînî, û komara çîkoslovakyayê, li hember jî nûnerê osmaniya.

(berî vê û di gulana 1919ê de demezrênerê komara tirkiyê li samsonê şerê rizgarkirinê dest pê kirbûn bi serokatiya M.Kemal wek lêkolîner dîroknas ozhan eycan bahs dike, yanî diyara ew ne razîbûn ji peyman sêvrê).
((wê demê birîtaniya û italiya "qestentîniye" istembola niha desteserkirbûn biser kû agirbesta "mondros" di 30ê çirya pêşin sala 1918an de di navbera birîtaniya "nûnera hevpeymana" û emperatoriya osmanî hatibû kirin, ji xalên têde hatibû danan mafê olî û netewî ji Kim netewa û olên cida re li ser binyadê regez, ziman û ol bên parastin, şahê osmaniya mihemedê şeşa li istembolê bû, bi fermanekê ceneral M.Kemal şande enadolê ji bo tinkirina nerazîbûnê, lê piştî çûna M.Kemal ewjî tevlî berxudanê bû û serkêşya wê kir û di 7ê tîrmiha 1919an de dest bi şerê rizgarkirinê kirin, mîsaqa milî ragihandin û ji bo kurd jêre bibin piştgir di 27ê têrmiha 1920an de biryar da *piştî bidawîbûna şerê rizgarkirinê hêdî hêdî otonomiyê dide welatiyên kurd *li gor normên navneteweyî yên ku mafê çarenivîsa gelan destnîşan dikin, kurd wê xweseriya xwe bi dest bixin)).

Peymana sêvrê bi van hevoka dest pê kir "li 30ê cotmiha 1918an de agirbestek ji aliyê hêzên sereke yên hevpeyman bi tirkiyê re tê dayin da kû peymaneke aştiyê bê îmzekirin.
433 madeyên serke li ser warê cuda cuda pêkhatyên peymanê ne, ji bilî pêşgotinê peymana sêvrê ji 13 beşan pêk tê.

Di başê sêyem ya taybet bi bendên siyasî de, kerteke taybet bi kurdistanê heye û di navbera her sê madeyê 62, 63, 64an de mafên kurdan hatine destnîşankirin.

Di madeya 62an de, behsa wan cihan dike ku nişteciyên wan bi piranî kurdin. Di madeya 63an de, hikûmeta tirkiyê tê pabendkirin di dema 3 mihan de biryarên komisyona ku di madeya 62an de hatine cîbicîbike.

Madeya 64an behsa wê yekê dike ku di dema salekê de piştî cîbicîkirina peymanê, mafê gelê kurd heye berî bide encûmena komeleye neteweyan û daxwaza xwe ji bo serxwebûnê ji tirkiyê nişan bide û dewleta Kurdistanê li ser axa kurdan li iraqê û tirkiyê bê avakirin.

Lê mixabin ev peyman piştî îmzekirina indamê şanda emperatoriya osmanî ji aliyê tirkiyê ve nehat pejrandin û di peymana lozanê de nexşerêyeke din û pabendiyeke nû ya tirkiyê hate çespandin.

Hevdîtinên peymana lozanê di 21ê çirya paşin a sala 1922an de dest pê kirin, nêzî sal û nîvekê dewam kirin û di roja 24ê temûza 1923an de peyman hate îmzekirin, peyaman ji alîkî ve di bin bandor û gevên belavbûna şoreşa belşefîk de û ji aliyê din ve di bin bandora bercewndiyên biritanyayê di betrola Başûrê Kurdistanê hate îmzekirin. Ya herî balkêş di peymanê de ne ji dûr ne ji nêzîk behsa keysa kurdan nehtiye kirin û ti kesî nûneratiya kurda ne kiriye.

((ismet înono serokê şanda tirkiyê bû û her wiha wezîrê bervaniyê bû, li wêderê gotiye li ser navê tirk û kurdan ez li virim û tekez kir kû çi daxwaz û gilî yê kurda nînin ji bilî wî jî indamekî şanda tirkî bi navê zulfî zade û xwe wekû kurd deye nasîn û gotiye "ku ew li ser navê kurda li wê ye û ti daxwaziyeke kurdan tuneye" yanî inono û zade bi hevre kurd li nava rastê bê war û welat hiştine.))

Vê peymanê bakurê kurdistanê di nav sînorê komara tirkiyê de hişt, wekû hatî ziman di peymanê de raste rast hîç behsa kêşa Kurdistanê nehatiya kirin navê kurda jî nehatiye nişan, bi tevî ku ji dewletên hevpeyman gelek îmzekar hene lê belê bi navê kêşa mûsilê dihat gengeşekirin .

((herdû aliyan birîtanya û tirkiya li gor parastin û qizinckirina berceweniyê xwe dikirin, hikûmeta enqerê dixwest bi kêşa mûsilê re bidestxistan Hinek mafên netewî yên başûrê Kurdistanê pûç bike, ne kû mîsaqa milî biparêze.

Bicîbicîkirina peymana lozanê sînorê welatên mîrategerê osmaniyan hatin danîn di navde komara tirkiyê hate raghandin û sînorê wê hatin destnîşankirin û Kurdistan di navbera tirkiya, sûrî, îraq û îranê de hat dabeşkirin.

Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide