Nûneratiya H. Kurdistanê ya ENKSê zincîrek hevdîtin li kampa Basirme lidar xist

Nûneratiya H. Kurdistanê ya ENKSê zincîrek hevdîtin li kampa Basirme lidar xist

PDK-S: Nûneratiya Herêma Kurdistanê ya ENKSê zincîrek ji civînan li kampa Basirme encamdan.

Şandek ji komîta peywendiyên derve ya nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê bi serokatiya Newaf Reşîd serokê nûneratiyê û endamên komîta peywendiyên derve, ku her yek ji Şemis Şerîf , Esmehan Dawûde pêk dihat, Hejmarek civîn li kampa Basirme ya penaberên Rojavayê Kurdistanê encam dan, ku civînek li gel Rewişt Mihemed Emîn berpirsê rêveberiya her çar kampên bi ser parêzgeha Hewlêrê (Basirme, Qoştpe, Gewregosk û Dareşikran( herweha li gel Asayîşa kampa Basirme û cêgirê rêveberê kampê.

Di civînê de behsa rewşa penaberan û pirsgirêkên têne li pêş wan û behsa rewşa penaberan ji aliyê xwendin, tendirustî, xizmetguzarî jî hate kirin.