Civînek di navbera ENKSê û Dîvêd Birawinştayin de li Qamişlo hat lidarxistin

Civînek di navbera ENKSê û Dîvêd Birawinştayin de li Qamişlo hat lidarxistin

PDK-S: Civînek di navbera serokatiya ENKSê û Dîvêd Birawinştayin li Qamişlo de hat li darxistin.

Roja Yekşemê 25. 04.2021, cîgirê şandiyê Amerîkî yê taybet ji bo Sûriyê Dîvêd Birawinştayin li gel serokayetiya Encûmana Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê li bajarê Qamişlo civiya .

Civîn li ser daxwaza Dîvêd Birawinştayin bû piştî civînên wî di gel Serokatiya Herêma Kurdistanê û nerînên wan yên erînî û giring yên siyasetmedar û serkirdayetiya Herêma Kurdistanê derbarê herdu aliyên kurdî li Sûriyê de û gehiştin bo rêkeftinekê kurdî, ku xizmeta gel û niştîman de .

Ji aliyê xweve Dîvêd Birawinştayin amadekariya xwe ji bo nerîna ENKSê nîşan da derbarê rijdbûna kar li ser pêdiviya rewşa gerentiya pêwîst ji bo vegeran bo maseya danûstandinan di navbera herdu aliyan de .