Piştî 9salan ji binçavkirinê... jineke kurd û du kurên xwe ji aliyê rêjîma Sûriyê ve hatin serbestberdan

Piştî 9salan ji binçavkirinê... jineke kurd û du kurên xwe ji aliyê rêjîma Sûriyê ve hatin serbestberdan

PDK-S: Piştî 9 salan ji binçavkirinê rêjîma Esed welatiyeke Kurd ku hevjîna efserekî cûdabûyî ye û du kurên wê serbest berdan.

Jêderne xwecehî sûrî dane zanîn, ku di proseyeke bihevguhertina dîlan de di navbera rêjîma Sûriyê û opozîsyona Sûriyê de, rêjîmê welatiya Kurd Nisrîn Mehyedîn Wanlî û her du kurên wê Mihemed û Şivan Senebkî serbest berdan.

Jêderan tekez kir, ku dayka kurd Nisrîn Wanlî hevjîna efserê cûdabûyî Eqîd Besam Senbkî ji berya 9 salan ve hatbû revandin û binçavkirin .

Nisrîn Mehyedîn Wanlî ji malbata Wanlî ya naskiriye ku malbat ji kurdên Şama paytexta Sûriyê ne.