PYDê Ebdulxefar Mihemed End. Encûmena Herêmî ya PDK-Sê li Çil Axa revand

PYDê Ebdulxefar Mihemed End. Encûmena Herêmî ya PDK-Sê li Çil Axa revand

PDK-S: Li Rojavayê Kurdistanê li navçeya Çil Axa sîxuriya PYDê endamekî xwecehiya şehîd Nesredîn Birhik li Çil Axa û Aliyan a ENKSê û endamê encûmena herêmî ya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê revand.

Xwecehiya şehîd Nesredîn Birhik li Çil Axa li ser rûpela xwe ya Fêsbûkê belav kir, ku endamê wê Ebdulxefar Ebdulezîz Mihemed endamê encûmena herêmî ya PDK-Sê roja Înê 21.c 05. 2021, li ser rêya di navbera gundê Şebek û Abirê de ji aliyê istixbaratên PYDê ve hatiye revandin û heta niha sedemên revandinê û çarenivîsa wî nediyarin.

Ebdulxefar Ebdulezîz Mihemed xelkê gundê Aleqosê yê devera Aliyan a ser bi bajarokê Çil Axa ve ye.