Tirkiyê li gel Rûsiya û Emerîke Operasiyona R.Ç.F gotubêj dike

Tirkiyê li gel Rûsiya û Emerîke Operasiyona R.Ç.F gotubêj dike

PDK-S: Jêderên ragehandinê yên Tirkiyê li ser zarê berpirsiyarekî wezareta berevaniya Tirkiya belavkirin, ku Tirkiya li gel du welatên zil hêzên encamdana operasyonê li ser rojhlatê çemê Feratê gotûbêj dike.

Weke jêderên ragehandina Tirkiyê belavkirine , Nadîde Şibnam berdevka wezareta berevaniya Tirkiyê ragehandiye ku amadekarî ji bo encamdana operasyona rojhlatê çemê Feratê berdewamin , û Tirkiyê li gel Rûsiya û Emrîka di gotûbêjî û hemahengiyê de berdewame .

Û ji aliyê xweve ajansa Enadol ragehand, ku derbarê rewşa Idilbê , Tirkiyê û Rûsiya gehiştine rêkeftineke yekcarî da ku navçeyeke arama rasteqîne li wê navçeyê ava bikin .