Hevbendiya Niştimanî tekez dike ku gurkirina leşkerî ya Rêjîmê bi Armanca wendakirina dengê kongirê Biroksilê ye

Hevbendiya Niştimanî tekez dike ku gurkirina leşkerî ya Rêjîmê bi Armanca wendakirina dengê kongirê Biroksilê ye


PDK-S: Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê dibîne ko gûrkirina leşkerî ya ku rêjîma Esed birêve dibe û fosfora sotandinê têde bikar aniye, binpêkirin e ji peymana Idlibê re û hewildan e ji bo guhertina çavan ji kongirê Biroksilê ji bo fişaran li ser pêk bîne û beravêtî bike.

Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniya xwe de evro çarşembê, got ku plana rêjîmê û hevalbendên wê bi armanca cîbicîkirina kampaniyên gûrkirinê û pêkanîna û tawankariyên cengê ye. Û destnîşan kir ku ev ji bo reva ji çareseriya siyasî û astengkirina bizavên navdewletî yên çareseriya siyasî ye.

Hevbendiya Niştimanî diyar kir ko êrîşên dawî bûn sedema şehîdketin û birîndarbûnê û wêranbûna bajarokê Elhebît û gundê Alsalihiyê û bajarê Sermîn yên ko ketin ber bombebarana bombeyên goşeyî, her weha herêm û bajarokên din li gundewarê Idlib û Helebê.

Hevbendiya Niştimanî bêtir got ku êrîşîn rêjîmê û tawankarî û binpêkirinên wê ranewestiyane ji gava peymana herêma bêçek hatiye imzekirin, û bibîr anî ko rêjîmê ji 2011ê ve pabendî bi peyman û biryarên navdewletî nekiriye.

Û tekez kir ko ev pêşkeftin helwesteke navdewletî ya jidil dixwaze ji hêla dewletên dabînkerên peymanê, û ji civaka navdewletî daxwaz kir ko bi perpirsiyariyên xwe pabend bin, û bi taybetî ya parastina aştî û ewlehiya navdewletî, û giring e têwerdanê bike bo tawankariyên cengê rawestîne û tawankaran têke ber lêpirsînê.