Dr. Ebdulhekîm Beşar: PKKê koçberkiriyên Efrînê weke mertal bi kar tîne

Dr. Ebdulhekîm Beşar: PKKê koçberkiriyên Efrînê weke mertal bi kar tîne

Hevdemê pêla vegera koçberkirî û derbiderên Efrîna Rojavayê Kurdistanê, berdewam dike, navenda bajarê Efrînê bi hejmarek rûkêtan hate armanckirin, tê de taxên tijî niştecî hatin aramnckirin, di encamê de bi dehan ji welatiyên sivîl bûne qurbanî û ziyanek mezin gihişt mal û mulkên kurdan.

Di vê derbarê de Dr. Ebdulhekîm Beşar, endamê polîtbîroya PDK-Sê, herweha cigirê serokê hevpeymaniya niştîmanî ya hêzên şoreş û oposizyona Sûriyê li ser rûpela xwe gotarek belav tê de got aramnc ji topbarana Efrînê rêgirî li vegerê ye û êdî ji her kesî ve diyar e, aliyê Efrînê topbaran dike bi her şêweyî be li dijî vegera Efrîniyan e û ew yek tekeziyeke ku bi vegera ser gund û bajarokên xwe tiştek bi navê rêveberiya PYDê ya ku hebûna koçberkiryên Efrînê li kampên Şehbayê li gorî berjewendiya siyasî û leşkerî weke merta mirovî bi kar tîne ziyandîtiyê her mezin e.

Dr. Ebdulhekîm Beşar vegera Efrîniyan tevî astengiyan û rêgiriya PKKê, bi bilndî nirxand, û piştrast kir ku mûşekên kîn û zikreşiyê tekeziyeke din e, ku ev veger dibe cihê nerazîbûna aliyê ku bajêr arman dike. Û pêla vegerê ya ku ji beriya mehekê ve dest pê kiriye, weke serhildanek rasteqîne ye û dîwarê tirsê di kampên Şehbayê yên di bin destê PKKê şikand û kesên tirsê belav dikin rûreş derxistin .

Navbûrî da zanîn ku pêla vegerê reseniya şêniyên Efrînê û hezkirin û girêdan wan bi xaka xwe ve diyar dike, hêvî kir ev pêl berdewam bike, û her kesek ji Serê Kaniyê û Cizîrê vê gave bavêjin, û weke Efrîniyên ku tekez kirine qehremanî û leheng in vegerin zêdên xwe.