Berpirsekî Emrîkayê : em gengeşa oprasyonekê li gel Tirkiyê nakin

Berpirsekî Emrîkayê : em gengeşa oprasyonekê li gel Tirkiyê nakin

PDK-S: Berpirsekî Emrîkayê gengeşekirina oprasyoneke leşkerî li bakurê rojhlatê Sûriyê li gel Tirkiyê nerast kir, û got ku wê tu oprasyoneke leşkerî ji bo parastina berjewendiyên Tirkiyê nebe .

Heman berpirsî ji ajansa Royterz re diyarkir, ku gengeşeyên wan derbarî mêkanîzmeke ewlehiyê an devera aram û çareseriya metirsiyên Tirkiyê û serbar kir ku hûrguliyên mîkanîzma devera aram hîn li ber gengeşeyê ne lê li gor nerîna Emrîka ew yek pêwîstî bi oprasyoneke leşkerî Tirkî nake .

Hêjayî emajekirinê ye ku berpirsekî wezareta berevaniyê ya Tirkiyê beriya niha gotbû, ku Tirkiyê li gel wîlayetên Yekgirtî egera oprasyoneke leşkerî li Sûriyê gengeşe dike .