Plana Tirk, Iran û Sûriyê û bi çarenivîsek hevpar re rûbirû ne

Plana Tirk, Iran û Sûriyê û bi çarenivîsek hevpar re rûbirû ne

Plana Tirk, Iran û Sûriyê û bi çarenivîsek hevpar re rûbirû ne

Mahir Hesen

Di sala 1970-an de, dema Partiya Baas bû desthilatdar û "pêvajoya demografîkî" li devera Kurdî pejirand, û ji bo berjewendî û xwezayîbûna Malbata Alasad asankarî peyda kir. Ji ber vê yekê wî gelek malbatên Ereb anîn û ew li ser erdnîgariya kurdî tomar kirin da ku pêşgotinek dîrokî bide wan, û rêveberiyê xist destên wan de.

Di statîstîkek fermî de ku di sala 1985 -an de hate weşandin bi sernavê "Sûriye di hejmaran de" tê xuyang kirin, ku rêjeya belavbûna nasnameya hemwelatiyan li Sûrî diyar kir. Erenên Sunî di rêza yekem de hatin, û hejmara wan gihîşt%76, û elewî%11.5 û Xirîstiyanan%8, di rêjeya Dirûzan gihîşt tenê%3, û Erebên Şi’î di asta herî jêrîn de bû, bi rêjeya%1.4. Bêyî ku bê gotin ku li Sûriyê nasyonalîzmeke din bi navê Kurdan heye

Di destpêka serdema Beşar Esed de, rejîma Sûriyê nêzîkbûnek mezin bi Tirkiyê re nîşan da û derî li ber çalakiyên hukûmeta tirkî û piştgiriya wê ji bo şerê Kurdan, û him ji bo belavkirina prensîbên hevrayî di şerê Kurdan de vekir. ku tevgera Kurd hem li Sûriyê û hem jî li Tirkiyê lewaz û têk biçin.

Piştî ku wî welat bi rê ve bir, sînor hatin vekirin û semînerên hevbeş bi rê ve birin. Û gelek serdan ji herdû aliyan ve bûn.

Gelo ev têkilî berdewam bin?!
Dive bersiva min dirêj be lê ez ê zelal bikim û dûr û dûr lê binerim. Di destpêka Adara 2011an de, Miletê Sûrî daketin kolanan, û ji bayê Bihara Erebî ya ku wê demê li rojhilata navîn diherikî bandor bûn.

Rejîm ji beylî hêzên xwe di rûbirûbûna xwepêşanderan de ,çekdar ji derveyî Sûriyê jî bikar anî. Li gorî agahdariyan û çavkaniyan diyar dikin ku zêdetirî 30 giropên çekdar hene. Iranê yekser piştgiriya rejîma Beşar Al-esed kir ji bo parastina berjewendî û bandora xwe li rojhilata navîn û bi karanîna pirojeya Hîlal Al Şi’î.
Ev Girup jî Pasdarên Iranê, û hêzên Hizbullaha Libnanê û hejmareke din yên Şi’î hatin Sûriyê û li gorî daxuyanên Iran û hin rêberên wê, Sûriyê yek ji parêzgehên wê dihesibîne tête nîşan kirin. Ev ji alîkî ve, û him armanca Iran ku Dewleta Iraqê jî dorpêç bike û wê lewaz bike.

Îcar rola Tirkan ji bo Beşar û rêjîma wî çi bû?!

Li vir Tirkiye dest pê kir ku tevahiya xelkê Gund û bajarên Kurdan dersînor bike, û cihên wan bo wê buye armanca sereke ya guheztina pêkhateya deverê.

Rejîmê gelek komkujî kirin, ku weke paqijkirina mezhebî hatin binavkirin, li Hums û gundewarê Şamê, ku bi koçkirina xelkên ereb bo bajarên kurdan, ku bû sedema guherîneke mezin di nexşeya nifûsê de.
Guhertina demografîk ku tê de tevahiya deverên Ereban bi darê zorê ber bi bajar û gundên kurdan ve koç kirin. Iran şert dan ku bajar bi temamî ji niştecihên wê were valakirin û veguhezînin bakurê Sûriyê, û ev pêşniyar li gorî Siyaseta Tirkiye bû.Tirkiye dixwest deverên kurdan vala bibin û niştecihên wê koç û derbider bibin

Plana siyaseta guherandina demografî , çawa hate meşandin?!

Rêjîm û Iran, piştî dorpêça salan berdewam kir, û bi koçberiya xelkên Ereb û ew hatin veguhestin li bakurê Sûriyê (kurdistan Sûrî). Ev jî ji bo rêjîm xurt û bi hêz bibe û baytexta Sûrî nehilweşe. Tam li vir rola tirkan tê berçav. Bi hênceta Şerê Rêjîmê û piştgiriya Opozîsyona Sûriyê, tirkan di heman demê de gelek penaber li xwe girtin, û paşî derbasî deverên kurdî bû di bin navê şerê PKK ê de. Wisa diyar dibe ku her Sê dewletên dagîrker bi yek armancin , û li ser yek planê dixebitin. Ereban koçî devera kurdî bikin da ku kurdistan ji hev bikeve û him rêjîm berdewam bibe. Sedem jî naxwazin ku azmûna herêma kurdistan û Iraq dubara bibe. Ji ber xweş têgihştine ku lewaz bûna dewletek ji van dewletên dagîrker tê wateya avakirina herêmek din a kurdî.

Bê guman, azadkirina perçeyek din dê bandorek mezin li ser Iran û Tirkiyeyê bike, û daxwaza Kurdên li wir jî ji bo mafên federal be.
Tirkiyê bi siyaseta xwe karîbû Opozîsyona Sûrî bixapîne û wan bi gihandina alîkariyê têk bibe û wan bidest bike. Hebûna tirkan li herêmên kurdan eşkere bûye, û dibe ku nasnameyên civakê li hin bajaran hatine guheztin, tiştek ku berê nebû û ev jî bi alîkariya Ereban tê meşandin.

Gotina dawîn: Kî bixwaze asta guheztina demografî ya sîstematîkî li kurdistana Sûrî bizanibe, divê li kampên penaberan kurdan bibîne û li rêjeya koçberiyê .
Li gorî texmînên Neteweyên Yekbûyî, nifûsa Sûriyê ji 23 mîlyonî daketiye 18 mîlyon, û pênc mîlyon Sûrî, li seranserê cîhanê bûne penaber. Gelo hejmara kurdan çende tevî ku şoreş ji bo hilewşandina rêjîma Sûrî bû ne ji bo fermana kurdan bû.