Rûsiya rexneyan li êrîşên Emerîka li R.Ç.F dike

Rûsiya rexneyan li êrîşên Emerîka li R.Ç.F dike

PDK-S: Berdevka wezareta derve ya Rûsiya dibêje nabe Emrîka êrîşên bê serûber li rojhlatê çemê Feratê encam bide .

Mariya Zaxarofa berdevka wezareta derve ya Rûsiya rexne li êrîşên Emrîka li navçeya Baxoz kir, û got ku nabe Emrîka van êrîşên bê serûber encam bide , ji ber di encama wan êrîşan de sivîl jiyana xwe ji dest didin.

Herweha Zaxarofa tekez kir, ku divê tevaya wan çekdarên SAIŞê yên biyanî ku têne desteserkirin , radestî rêjîma Esed werne kirin .