Piştî 8 salan rêjîm girtiyek ji Seydnaya berda

Piştî 8 salan rêjîm girtiyek ji Seydnaya berda

PDK-S: Girtyek di zindanên rêjîma Sûriyê de piştî 8 salan ji girtinê serbest hat berdan .

Çalakvanê kurd yê Rojavayê Kurdistanê Şepal Ibrahîm endamê rêxistina Emenistî ya mafê mirovan ya Navdewletî belavkir, ku piştî 8 salan ji girtina welatiyê Sûriyê yê bi navê Îmad Eleqre, ku xelkê devera Heran Elewamîde û bi bavê Mihmed tê naskirin , ji aliyê rêjîma Esed ve ji zindana Seydinaya serbest hat berdan .

Îbrahîm di rûpela xwe de belavkir û got, ku wî li gel Îmad demeke dirêj di zindana Seydinaya ya leşkerî de di dema girtina xwe de bi hev re bihûrandiye û keyfxweşiya xwe bi serbest berdana navbûrî daxuyanî.