Kiwêt zilamekî Esed ȗ 4 alîkarên wî girtin

Kiwêt zilamekî Esed ȗ 4 alîkarên wî girtin

PDK-S: Hêzên ewlehî yên welatê Kiwêt yê Erebî piştevanekî rêjîma Esed û çar alîkarên wî li kiwêt girtin.

Jêderne mediyayî blavkirin, ku roja Sêşemê piştevanê serokê rêjîma Sûriyê Mazin Elterzî û çar alîkarên wî li ofîsa kovara Elhedef ya ku rêveberiya wê dike li Kiwêt bi tometa sipîkirina pereyan ji hin aliyên derve re serbarî çapkirina bê molet hatin girtin .

Li gorî rojnameyeke Kiwêtî eşkerekiriye, ku ewlehiya Kiwêtê hemî kimpyoter , telîfon û kamîreyên Elterzî desteserkirin .