Li Kazaxistanê gera 17 an ji danûsandinên Astana ya derbarê Sûriyê dest pê kir

Li Kazaxistanê gera 17 an ji danûsandinên Astana ya derbarê Sûriyê dest pê kir

PDK-S: Li bajarê Nûr Elsultan paytexta Kazaxistanê gera nû ji danûstandinên Astana ya derbarî Sûriyê bi rêya on layn re dest pêkir .

Roja Sêşemê 21 Berçileya 2021an, li Nûr Elsultan paytexta Kazaxistanê gera 17an ji danûstandinên Astana ya derbarê Sûriyê bi amadebûna nûnerên hersê welatên gerentor Tirkiyê , Rûsya û Îran û herdu şandên rêjîm û opozisyona Sûriyê di rêya on layn re dest pêkir, û biryare bo dema du rojan dirêj bike .
Li gorî hatiye belavkirin biryare di gera nû de tevaya alî û şandên beşdar dawîn pêşhateyên Sûriyê , gihandina alîkariyên mirovî bo Sûriyê, dûbare destpêkirina civînên komîteya distûra Sûriyê ya nû , li Cenvê , doseya girtî û binçavkiryan û pevguhertina dîlan gotûbêjbikin.