Emerîka: Cihên armanckirî bi mûşekan li Sûriyê ji aliyê HNê ve ne êrîşên asmanî ne

Emerîka: Cihên armanckirî bi mûşekan li Sûriyê ji aliyê HNê ve ne êrîşên asmanî ne

PDK-S: Hevpeymanya Navdewletî berisva hin armanc û cihên metirsiya wan li ser hevpeymanî û hêzên Emerîkî li Sûriyê heye da, û kirine armanc, û Pintagon jî zelaliyek divê derbarê de belav kir.

John Kirby berdevkê bi navê Pintagon di kongirekî rojnamevanî de, roja Sêşemê 04 Berçileya 2022an, ragehand êrîş ango derbeyên Hevpeymaniya Navdewletî bi serkirdayetiya Emerîka li dijî baregehên avêtina mûşekan li Sûriyê, ne êrîşeke asmanî bû .

John Kirby amaje kir, ku ew baregeh ji bo destpêkirina êrîşan tên bikaranîn , û Pintagon bi cidî li van gefên metirsîdar dinere, ku berisva wan ji mafê hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ye bi serokatiya Emerîka.

Berdevkê Pintagon navê aliyê wan baregehên li Sûriyê bikartîne û hatî armanckirin yan li pey êrîşên dawiyê ye li Îraqê, ku dironan bikar tîne eşkere nekir, lê got êrîşên wisa û teknîkî û şêweyê êrîşan heman şêweyê grûpên ser bi Îranê ve ye.