Serok Barzanî pêşwazî li Seroka Komisyona Amerîka ya Azadiya Olî kir

Serok Barzanî pêşwazî li Seroka Komisyona Amerîka ya Azadiya Olî kir

PDK-S: Roja Yekşemê 16.01.2022 , li Selahedîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Nadine Mainza seroka Komisyona Amerîkî ya ji bo Azadiya Olî kir.

Di hevdîtinê de Seroka Komisyona Amerîkî ya ji bo Azadiya Olî pêzanînên xwe ji bo siyaseta Serok Barzanî û rola dîrokiya malbata Barzanî ya li kûrkirina pêkvejiyana olî û parastina azadiya neteweyî û olî ya li Kurdistanê hebû.

Herwiha qurbanîdana hêzên Pêşmerge ya li şerê DAIŞê û mîhvandariya xelkê Kurdistanê û hewandina sedan hezar koçberan bilind nirxand.

Her li vê hevdîtinê de di derbarê rewşa olan û pêkvejiyana pêkhatan li Kurdistanê û berdewambûna çanda pêkvejiyanê de danustandina bîr û ramanan kirin.

Rewşa siyasî ya Sûriyê û pêwendiyên di navbera aliyên siyasî yên Kurdên Sûriyê mijareke din a wê hevdîtinê bûn.