PDKê xwe naçemîn e

PDKê xwe naçemîn e

PDKê xwe naçemîn e
Mahir Hesen
Dîsa Serok Mesûd Barzanî bo parastina serxwebûna me tekez dike ku her dem serwerî û pabendbûna rêbaza rêberê nemir Mela Mustafa ye û bo pêşmergetiyê pêgire, ew Pêşmergetiya ku di bin ala rengîn de bi awayekî xurt hatiye damezrandin û bi keda PDKê pêşve çû ye, di heman demê de ku di dîroka parastina niştimanperwerî û rizgariya niştimanî bi hevkarî û hevbendiyeke nêzîk bi serwer û rêzanê kurdan Mesûd Barzanî re şerekî man û neman dimeşandin.

Lewma PDK di dorpêç û zextan bi hêztir dibe.Dil û mejî bi eşq û dilsoziyê tije bûye, mîna leheng û mêrxasa di destanan de. Meşa rizgariya neteweyî ya ku nirxên berxwedanê radixe pêş çavan. Serxwebûn dike armanc.

Dijminên me gelek Kêşe guhertin, nav û alav guhertin û her ku diçe jî hovtir û xerabtir dibe, lê rêbaza Bavê Mezin Barzanî ji bo hemû gelê kurd dibe mînak. Dibistana berevaniyê ye ku nimûneyeke kêm e ji rizgarîxwaziya niştimanî û neteweyî li cîhanê û herî mezin di dîroka hevdem de û hêzeke ya bidestxistî, kûr û bi dûr e. Lewma Serkeftina PDK dê bibe serkeftina hemî kurdan û nîşana serkeftinê bilind dibe, wek her car.

PDK bi serokatiya Mesûd Barzanî statûya herêma Kurdistana Iraqê di nav welatan de bilind dike. Wisa hemû piştgirî û alîkariyê dide û di her şert û mercî de zextên dagirkeriyê red dike. Belê PDK ji bo me nêzîkatiyeke stratejîk ji avakirin û pêşketinê re xêz kir û xeta projeya berxwedanê ya ku mafên me vedigerîne birûmet, û yekgirtî diparêze.

PDK diyarkir ku pabendî pirensîbên xwe ye û di helwêstên xwe de domdar e, û ev yek di bûyeran de teqez dibe ku hêza PDKê karîbû li her çar parçên Kurdistan roleke giran û mezin bileyze û piştevaniyê bide berxwedanê.