D. Ebdulhekîm Beşar gotarek bi navê Baxoz û riya nû ya milmilaniyê li Sûriyê belav kir

D. Ebdulhekîm Beşar gotarek bi navê Baxoz û riya nû ya milmilaniyê li Sûriyê belav  kir

D. Ebdulhekîm Beşar gotarek dibin navê Baxoz Arasteyeke nû ya milmilaniyê li Sûriyê belav kir , têde behsa şerê DAIŞê li Baxozê dike, ku bi gotina wî ev nayê wateya bidawîhatina şerê DAIŞê lê bal kişand ser hindek buyerên ku hevdemî vî şerî hat rûdan .

1- banga Îranê ji serokê rêjîma Sûriyê re Beşar Esed ji bo seredana Îranê û civîna wî bi Xaminî re û nebûna ala rêjîma Sûriyê bêgoman armancên wê yên leşkerî hebûn bi taybet bi amedebûna Qasim Silêmanî.

2- civîna serok erkanên rêjîma Sûriyê , Îran û Îraqê piştî civîna Tehran bi amedebûna Rûsiya tê wateya ku karekî lekşerî li Sûriyê wê were kir nebê hemahingiya Rûsiya .

3- seredana wezîrê berevaniya Rûsiya ji bo Sûriyê piştî civîna serok erkanên hersê welatan .

4- biryara hevpeymaniya Navdewletî û çekdarên QSDê bi bidawîhatina rêxistina DAIŞê piştî kontirolkirina Baxoz .

Piştre rêjîma Sûriyê ragehand, ku eger çekdarên QSDê bi xwe û çekên xwe radestî wan nekin ewê bi riyên lekşerî deverên wan kontirol bikin herweha gotinên şandiyê Emrîkî yê taybet ji bo Sûriyê Cêmis Cêfrî bi pêwîstiya avakirina deverek aram herweha gotina wî ku QSDê nabe beşek ji wê deverê û gelek bûyerên din tê wateya ku wê guhertinek mezin di deverê rûbide, ku eger heye şanên veşartî yên DAIŞê berdewam bin di êrîşên xwe de li ser hêzên Emrîkî û çekdarên QSDê de .

Yan jî navendên Emrîkî ji aliyê mîlîsên Şî'î li Sûriyê werin armanc kirin piştî civîna serok erkanên hersê welatên navbûrî .

Herweha eger heye ku girûpên çekdar yên bi ser rêjîma Sûriyê ve êrîşî çekdarên YPGê bikin li deverên Dêrazorê , Minbic û reqayê yan jî wê rêjîm hewl bide ku çekdarên QSD ji hev bixe ku gelek hevalbendên wê di nava wan çekdaran de hene û bêgoman dikare wan bikarbîne li gorî ecindeyên xwe .

Hewlên rêjîmê ji bo peydakirina milmilaniyek Kurdî Erebî bi taybet hevdemî kiryarên PYDê yên xirab di deverên Erebî de mîna Dêrazrê û Reqayê lewma eger heye rêjîma Sûriyê hindek girûpên çekdar bike ji bo şerê PYDê û peydakirina milmilaniyek Kurdî Erebî dûr û dirêj .

Bihêzkirna şer li Idilbê lê bê gihiştina asta êrîşa bi giştî ji bo pedakirina fişarê li ser Tirkiya ji bo bi lezkirina jinavbirina desteya Tehrîr Elşam û ji bo parastina hebûna Tirkiya di hevpeymaniya Soçî de .

Egera dawî jî ewe ku rêjîma Sûriyê rêxistinek nû ava bike û bêgoman wê kar bike li ser şanên veşartî yên DAIŞê ji bo peyama xwe bi parêze ku birya wê hewlesta civaka Navdewletî guhertin ew jî peyama yan rêjîm yan teror.