PDK-Sê daxwaza beşdariyê di vejandina slavegera 10an a terorkirina serkirde Nesir El-Dîn Birhik de li Kevirê Dena kir
PDK-S: Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê vexwendineke giştî ji bo beşdariyê di vejandina 10mîn salvegera şehîdbûna serkirde Nesir El-Dîn Birhik de belavkir.
Di vexwendina xwe de rêxistina şehîd Nesir El-Dîn Birhik ya Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê ragehand, ku ewê 10mîn salvegera şehîdbûna serkirde û xebatkar Nesir El-Dîn Birhik endamê polîtbîroya Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê şehîdê gotina rast li gundê Kevrê Dena yê ser bi bajarkê Çil Axa ve di 22 Sibatê de demjimêr 11ê sibehê bi dema Qamişlo dê vejîne û vexwendin jî giştî ye.
Di 13ê Sibata 2012an de mêlîsên PYD û nandozên PKKê li ser rêya Qamişlo û Dêrkê serkirde Nesir El-Dîn Birhik bi guleyên teqîner armanckir, û ji ber birînên wî yên giran di 22ê Sibata 2012an de şehîdbû.