PDK-S peyameke pîrozbahiyê arasteyî Serok Barzanî kir

PDK-S peyameke pîrozbahiyê arasteyî Serok Barzanî kir

PDK-S: Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya peyamek arasteyî serok Mes'ûd Barzanî kir, û têde çaremîn salroja rîfrandoma serxwebûna Kurdistanê li serok Barzanî û partiya Demokrata Kurdistanê pîroz kir.

Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya di peyama pîrozbahiyê de got, ku roja rîfrandoma serxwebûna Kurdistanê de, vîna gelê Kurdistanê bi serket, û bo yekem car di dîrokê de gelê Kurdistanê biryar li çarenivîsa xwe da
.
Herweha Demuqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê got, li rêkefta 25 Êlûna sala 2017an de vîn û hesta gelê Kurdistanê hevgirt, û gelê Kurdistanê berê xwe dane sindoqên dengdanê û deng bo belê bo serxwebûna Kurdistanê da .

PDK-Sê got, roja rîfrandomê rojeke dîrokiye ji bo gelê Kurdistanê li başûrê Kurdistanê, belku ji bo tevaya gelê kurd li parçeyên din yên Kurdistanê cihê şanaziyêye.

Herweha PDK-Sê got ku, îro dengê Kurdistanyan di dîrokê de bilind bû, ku raberê serxwebûnê serok Barzanî ev derfet ji wan re rexsan, ewjî taku rojekê ji rojan Kurdistan serbixwe be.

Di dawiya nameya xwede Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya got, em bi hêvînî peywendiyên xebatê navbera Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê û Partiya Demokrata Kurdistanê de bi hêztir bibin, ewjî taku mafê gelê xwe di biryardanê di çarenivîsa xwede li ser rêbaza Barzaniyê nemir bi destve bînin.