ENKSê wê 18 mîn salroja serhildana 12 ADARê vejîne

ENKSê wê 18 mîn salroja serhildana 12 ADARê vejîne

PDK-S: Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê vexwendinek ji bo vejandina salroja serhildana 12ê Adarê belavkir.

Encûmena xwechiya rojhlatê Qamişlo ya ENKSê vexwendinek belavkir, û têde got, ku roja Înê 18mîn salroja serhildana 12ê Adarê bi vêxistina mûman li pêşiya ofîsa rojhlatê Qamişlo ya Partiya demuqrata kurdistan-Sûriya, û li pêşiya malan , dukanan , û bilindkirina alên reş li ser banê malan û dukanan wê were vejandin.

Herweha got serdan ji bo mezarê şehîdan wê roja 12ê Adarê be û kombûn dem jimêr 11ê nîvroê li pêşiya ofîsa rojhlatê Qamişlo ya PDK-Sê be , û piştre wê berev mezaran bi rêkevin, û vexwendin giştiye.