Peyama Serok Barzanî ya li bîranîna 34 saliya Enfalê
PDK_S: Roja Pênçşem 14ê nîsana 2022 li bîranîna sîh û çarsaliya Enfalê da Serok Mesûd Barzanî li hejmara xwe ya taybetî ya li Twittterê peyamek belav kir ku eve jî naveroka wê ye:
Tawana Enfalê yek ji nemirovanetirîn û tarîtirîn qonaxên dewleta Iraqê ya li sedsala derbasbûyî ye ku armanca wê ji navbirin û şikandina gelê Kurdistanê bû.
Pêwîste û erkê Hikûmeta Iraqe qerebûya wê tawana mezin bike ku li dijî gelê Kurdistanê hatiye encamdan.