Serok Barzanî ji pêşeroja gelê kurd li Sûriyê dilgiran e

Serok Barzanî ji pêşeroja gelê kurd li Sûriyê dilgiran e

PDK-S: Di çarçoveya pêşwazîkirina balyozê Rûsyê li Iraqê, serok Mesûd Barzanî dilgraniya xwe ji pêşeroja gelê kurd li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê da xuyakirin.

Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li balyozê Rûsyê li Iraqê Elbrus Kutrashev kir.

Di hevdîtnê de, ku qonsolê Rûsî li Herêma Kurdistanê jî amedebû çendîn mijar li ser asta Iraq û Sûriyê hatin gutûbêjkirin.

Herdû aliyan rûnahî xistin ser astengiyan li pêşiya proseya siyasî li Iraqê û amedekariyên damezrandina hikûmeta nû.

Li ser mijara Sûriyê û kirîz û şerê li wê derê serok Mesûd Barzanî têbînî û dilgiraniya xwe ji pêşeroja gelê kurd li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê ji şanda Rûsiya da xuyakirin.

Ji bilî van babetan herdû aliyan behsa peywendî û hevpariya navbera Rûsya û Herêma Kurdistanê kir.