NY: Ji sala 2011an ve bihtir ji 300 hezar sivîlî li Sûriyê hatiye kuştin

NY: Ji sala 2011an ve bihtir ji 300 hezar sivîlî li Sûriyê hatiye kuştin

PDK-S: Komisyona Bilinda Netewên Yekgirtî ya Mafên Mirovan raportek derbarê binpêkirinên li Sûriyê rûdane belavkir û, got ku bihtir ji 300 hezar sivîl li Sûriyê ji sala 2011an ve hatine kuştin.

Komisyona Bilinda Netewên Yekgirtî ya Mafên Mirovan got, ku sedemên kuştina vê jimareya mezin ya sivîlan li Sûriyê çekên cor bi cor , şer û pevçûn û komkujî û çekên giran bûn, û birçîbûn yan jî nebûna pêdiviyên tendirustî bûne sedema kuştina sivîlan li Sûriyê.

Komisyona Bilinda Netewên Yekgirtî ya Mafên Mirovan di raporta xwede daxwaz ji aliyên nakodar kir, ku pabendiyê bi yasaya mirovî ya Navdewletî bikin, û daxwaz ji rêjîma Esed kir, ku rê li pêşiya gehandina alîkariyan bo tevaya Sûriyê veke.

Mîşêl Başlît komisera Netewên Yekgirtî , ku ev jimareya mezin ya kuştiyan li Sûriyê gurbûn û mezinbûna nakokiyê li Sûriyê dide xuyakirin.