Nûneratiya ENKSê bi Parêzgarê Hewlêrê re civiya

Nûneratiya ENKSê bi Parêzgarê Hewlêrê re civiya

PDK-S: Şandek ji nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştmanî Kurdî li Sûriyê seredana baregeha parêzgeha Hewlêrê kir.

Şanda nûneratiyê ji serokê nûneratiyê diktor Kawa Ezîzî û endamên nûneratî pêk dihat û hevdîtin bi Omîd Xoşnao parîzgarê Hewlêrê re encam da.

Di hevdîtinê de behsa vekşana rêxistinên Navdewletî ji piştgiriya penaberan li Iraq û Herêma Kurdistanê hate kirin û şandê daxwaz kir, ku danûstandineke berdewam di navbera parêzgeh û nûneratiyê de hebe da kêşeyên penaberan ên rojane werne çareserkirin.

Ji aliyê xwe ve jî parêzgarê Hewlêrê ji şandê re tekez kir, ku wê girêbestekê bi kompaniyên paqijkirinê re imze bikin û qirêj wê were rakirin herweha çareserkirina kirîza avê li kampên ser bi Hewlêrê ve.
Di dawiyê de şanda nûneratiyê sipasiya parêzgar û dezgeha xêrxwziya Barzanî kir li ser xizmetên wan ji bo benaperan.