Urdin: Hejmara penaberên Sûrî yên vegeriyane Sûriyê kêm e

Urdin: Hejmara penaberên Sûrî yên vegeriyane Sûriyê kêm e

PDK-S: Berpirseke Urdinî dibêje hejmara penaberên Sûriyê yên ku ji Urdin vegeriyane Sûriyê kême.
Piştî bidawîhatina danûstandinên benka Navdewletî li Waşintin Marî Q'war wezîra pilandan û hemahengiya Navdewletî ya Urdinî roja Pênşemê ragehand, ku piştî derbasbûna zêdetirî 8 salan ji kirîza Sûriyê hejmara giştî ya penaberên Sûrî gihiştiye 1.36 penaberî ji wê hejmarê 90% ji dervî kampane û 10% di nava kampên penaberê de dijîn .

Herweha Q'war serbar kir, ku nêzîkî 670 hezar penaberên Sûrî navê wan di komisyona bilind ya karûbarên penaberan de hatine tomar kirin .