Emerîka : Li gel Şanda ENKSê doseya Sûriyê hate gotûbêjkirin

Emerîka : Li gel Şanda ENKSê doseya Sûriyê hate gotûbêjkirin

PDK-S: Balyozxaneya Emerîka li Şamê got, ku alîkarê cêgirê wezîrê derve yê Emerîka li gel şandeke encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê civiya.

Li gorî balyozxaneya Emerîka li Şamê belavkiriye di civînê de giringiya bi hêzkirina piroseya siyasiya Sûriyê bi awayekî giştî serperiştiya Sûriyan li gorî biryara Navdewletî 2254 hate kirin.

Şanda ENKSê ya ku li gel Aytan Goldirêtiş civiya ji Kamîran Haco serokê komîteya peywendiyên derve ya ENKSê û Ibrahîm Biro endamê komîteya peywendiyên derve ya ENKSê pêkdihat.