Ebdulhekîm Beşar li gel N.H.Kurdistanê ya ENKSê civiya

Ebdulhekîm Beşar li gel N.H.Kurdistanê ya ENKSê civiya

PDK-S: Endamê Polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriya PDK-Sê û cîgirê serokê Itlafê li gel nûneratiya Herêma Kurdistanê ya ENKSê civiya .

Roja Sêşemî rêkefta 04 Cotmehê diktor Ebdulhekîm Beşar Cîgirê serokê Itlafê seredana nûneratiya Herêma Kurdistanî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê kir, û di civînê de diktor Ebdulhekîm Beşar behsa dawîn pêşhateyên siyasî yên girêdayî bi doseya Sûriyê û herêmî û Navdewletî , dawîn zanyariyên taybet bi proseya siyasî û komîta destûra Sûriyê ya pêşerojê û hevdîtnên şanda tlafê di çarçoveya cvînên komeleya giştî ya Netewên Yekbûyê de kir .

Diktor Ebdulhekîm Beşar amaje bi naverokên civînên şanda Itlafê li Nyoyorkê jî kir, û got ku di wan civînan de kiryar û binpêkirinên ku li deverên bin kontrola rêjîma Esed , girûpên çekdar û QSDê de û belgekirin û çarserkirina wan , doseya revandî û binçavkiriyan , rewşa penaberên Sûrî li Herêma Kurdistanê, herweha mijarên girêdayî bi Rojavayê Kurdistanê, ji koçberiya Ciwanan û daxistina PYDê ji dibistan û peymangehan re, û sepandina rêbazên xwe yên aydiyolocîkirî li ser xwendekaran hatine gotûbêjkirin.