Rêxistina Danîmarkê ya PDK-Sê civîneke rêxistinî li darxist
PDK-S: Rêxistina Danîmarkê ya ya Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriya PDK-Sê civîneke rêxistinî li darxist.
Bi amadebûna Mustefe Cum'e endamê komîta siyasî û berpirsê rêxistina Ewropa ya ya Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriya PDK-Sê, herweha Dara Ahmed endamê komîta navendî û serpisiyarê karê rêxistinê li Danîmarkê, civîna rêxistinê bi rê ve çû.
Di civînî de behsa mijarên girêdayê bi rewşa rêxistinî û mîkanîzmên li darxistina kungireyê Encûmena Niştmanî ya Kurdî hate kirin.
Herweha dawîn pêşhate li Efrînê, Serê Kaniyê, Girê Spî û pêwîstiya danîna sînorekî ji binpêkirin û kiryarên girûpên çekdar re derheqê welatiyên wan navçeyan hatin gengeşekirin.
Herweha behsa rewşa parçeyên din yên kurdistanê û rewşa herêmî û Navdewletî hate kirin.