Piroseya vegerandina penaberên Sûrî ji Lubnanê bo Sûriyê dest pê kir

Piroseya vegerandina penaberên Sûrî ji Lubnanê bo Sûriyê dest pê kir

PDK-S: Piroseya vegerandina penaberên Sûrî yên li Lubnanê di mînin bo Sûriyê dest pêkir, û 200 malbat ji Lubnanê bo deverên bin kontrola rêjîma Esed hatin vegerandin.

Li gorî hatiye ragihandin roja Çarşemê 26 . 10. 2022, danê sibehê di çarçoveya piroseya vegerandina penaberên Sûrî bo welatê wan Sûriyê dest pêkir, û di yekem karweana vegerandinê ya penaberan bo Sûriyê 200 malbatên penaberên Sûrî ku hejmara wan nêzî 1000 kesî ye ji devera Wadî Hemîd li navçeya Irsal ya Lubnanî bo deverên bin kontrola rêjîma Sûriyê hatin vegerandin .