Rewangeha Sûriyê : 188 sivîl ji ber paşmayên şer canê xwe ji dest dane

Rewangeha Sûriyê : 188 sivîl ji ber paşmayên şer canê xwe ji dest dane

PDK-S: Bi sedema teqîna bombe û mayînên çandî ji paşmayên şer li deverên cuda cuda li Sûriyê welatiyên sivîl navbera kuştî û birîndar dibine qurbanî.

Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan ragehand, ku li gundewarê Şamê di encama teqîna bombeyeke çandî de zarokekî canê xwe ji dest da û zarokek dinjî bi giranî birîndarbû.

Li gorî amara rewangehê bi vê yekê hejmara qurbaniyên paşmayên şer ji destpêka îsal ve û ta niha gihiştiye 188 kesan, ku 95 ji wan zarokin serbarî birîndarbûna 272 kesên din.