Serok Barzanî bi bûneya koçbarkirina Şêx Himêdî Deham sersaxî li Êla Şemer kir

Serok Barzanî bi bûneya koçbarkirina Şêx Himêdî Deham sersaxî li Êla Şemer kir

PDK-S: Bi bûneya koçbarkirina Şêx Himêdî Deham Elcerba, serok Serok Mesûd Barzanî serixweşî li Êla şemer li Sûriyê, kir.

Serok Barzanî di nameya xwe de gotiye, ku Şêx Himêdî Deham dostekî dêrîn yê me û gelê me bû, û li ser dirêjahiya temenê xwe kar li ser bihêzkirina peywendiyan navbera Ereb û Kurdan de li Sûriyê û Îraqê dikir.

Û bi vê bûneyê, serok Barzanî serxweşî li malbata Şêx Himêdî Deham û Êla Şemir dike, û daxwaz dike ku xwedayê mezin wî bi buhişta xwe ya berîn şad bike